Çalakvanên Hewlêrê: Rêber Apo nasnameya Kurda ye

Çalakvanên Hewlêrê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Çalakvan Şêxan Sedîq derbarê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de axivî û got:

“Abdullah Ocalan serkirdeyeke ku nasnameya azadî û têkoşîna gelê Kurd e.

Dijminan bi komployek navdewletî ew dîl girtin û bi salane bêyî suc di girtîgehê de ye.

Bi girtina wî nikarin xebata Kurdan a ji bo azadiyê bisekinînin. Berovajî wê, xebat zêdetir dibe.

Çalakvan Şêxan Sedîq bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo têbikoşin.

Çalakvan Awaz Amêdî jî piştgiriya xwe ji azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan re anî ziman û got:

“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber daxwaza azadî û mafê gelê Kurd kir, hat girtin.

Ji bona wê pêwîste niha ev serkirdeyê Kurd were azadkirin ku bi salane di girtîgehê de ye.”

Awaz Amêdî diyar kir ku bi azadiya rêber re wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demokrasî çêbibe.

Back to top button