“Ji bo aştiyeke mayînde divê azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were”

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kirin ku aştiyeke mayînde bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ve girêdayî ye.
Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêkanîna vê armancê dê xeta têkoşînê bidomînin.

Welatiyê bi navê Elî Hacî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:

“Divê dewleta Tirk êdî fêm bike ku nikare ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tecrîdê ji me veşêre.

Tevahî gelên ku ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê tê dikoşin, ramanên wî ji xwe re kirine bingeha jiyana xwe.”

Welatiya bi navê Qanîa Hacî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û ev nirxandin kir:

“Di girankirina tecrîdê de rastiya rêxistinan aşkera bû ku qaşo banga parastina mafên mirovan dikin.”

Welatiya bi navê Eyşe Ubêd diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde, pêwîstî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

Welatiyê bi navê Mehmûd Kalî diyar kir ku ew ê li dijî tecrîdê têbikoşin û dewleta Tirk a dagirker nikare ramanên Rêbertî vê gelî veşêre.

Li Dêrikê li dijî tecrîdê konê çalakiyê hat vedan

Back to top button