Li bajarê Hesekê, bi sedan şêniyên bajêr cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Mehmûd Kirêt oxir kir.
Li bajarê Hesekê jî, bi sedan şêniyên bajêr cenazeyê şehîd Mehmûd Kirêt ku şervanekî QSD’ê ye û li embarên Mêlbiyê şehîd bûbû oxir kir.
Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajêr wergirt û bi karwanekî ku bi dehan erebeyên bi wêneyên şehîdan xemlandî pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve çûn.
Li goristanê, piştî toraneke leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate lidarxistin, bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Hesekê axaftin hat kirin.
Sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hate oxirkirin.
Her wiha di merasîma de nasnameya 2 şehîdên QSD’ê şehîd Abdullnasir Heloş (Dilşêr Menacîr) û şehîd Xelîl Hemdo (Agirî Menacîr) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, hate ragihandin.