Komîteya ”lêkolînkirina Sûriyê” ya kongres ji Trump xwest hêzên Emerîkî ji Sûriyê venekişîne

Komîteyek ku ji aliyê Kongresa Emerîkî ve hatiye erkdarkirin, ji bo rêgirtina li ber jinûvegera DAIŞ’ê û her wiha li dijî hebûna Îranê li Sûriyê ji serokê Emerîakyê xwest ku ji biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê veger.

Komîteya bi navê ”Koma lêkolînkirina Sûriyê” der barê mijarê de daxuyaniyke da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê bidawî nebûye nemaze girtiyên DAIŞ’ê yên li cem Rêveberiya Xweser.

Her wiha hebûna Îranê jî li Sûriyê nayê qebûlkirin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe da daxwaz ji serokê Emerîkayê Donald Trump kir ku ji biryara xwe ya vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê vegere û li hember wê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk zêdetir bike.

komîteya ”Koma Lêkolînkirina Sûriyê” ji 12 endaman ji partiyên Cimhûrî û Demokratîk yên Emerîkayê pêk tê.

Ev komîte ji aliyê Kongressa Emerîkî ve ji bo lêkolînkirina Sûriyê hatiye erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button