Şêniyên Efrînê sersaxî dan malbata şehîd gerîla Efrîn

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Azad Gerîla ku di 26’ê kanûnê di encama êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bû.

Şervanê Hêzên Parastina Gel HPG’ê Xelîl Gedro bi nasnav Azad Gerîla 26’ê kanûnê tevî 10 hevalên xwe di encama êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li çiyanên kurdistanê şehîd bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo Şehîd Azad konê sersaxiyê li dar xist.

Bi dehan ji şêniyên Helebê serdana kon kirin û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin.

Di merasîmê de li ser navê hêzên leşkerî Hemza Heleb axivî û soza berdewamiya riya şehîdan heta gihaştina armacên wan da.

Her wiha endama koodînasyona Kogera Star Roşîn Musa axivî û behsa tekoşîn û fedekariyên şehîdan kir.

Back to top button