QSD’ê encama binpêkirinên 47 rojên agirbestê eşkere kir

Artêşa tirk a dagirker ev 56 roj in li dijî bakurê Sûrî dest bi êrîşa dagirkeriyê kiriye.
Agirbest di 17’ê Cotmehê de hatibû ragihandin, lê dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dijwar, ji roja destpêkê ve agirbestê bin pê dike.
Hêzên Sûriya demokratîk QSD’ê ragihand ku ji roja agirbestê heta niha 68 sivîl bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine kuştin.

Ji 9’ê Cotmehê ve dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin.

Her çend di 17’ê Cotmehê de di navbera Emerîka û dewleta Tirk de peymana agirbestê hate mohrkirin jî lê dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê ranewestand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî encama binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ya pêvajoya agirbestê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê binpê dikin û ev agahî dan:

Komên çete yên artêşa Tirk a dagirker ji 17’ê Cothemê û vir ve, li rojhilatê Serêkaniyê û rojavayê Girê Spî, bi sedan caran bi her cure çekên giran êrîş pêk anîn.

Di encama êrişan de gelek şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û welatiyên sîvîl şehîd bûn.

Her wiha bi dehhezaran şêniyên herêmê jî koçber bûn.

QSD’ê encama binpêkirinên agirbestê ji aliyê dewleta tirkiyê ve bi daneyan eşkere kir:

Li gorî vê, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê,

143 caran li dijî çeperên QSD’ê û artêşa Sûriyê êriş pêk anîn,

42 caran bi balafirên bêmirov li ser herêmê êrîşên hewayî pêk anîn,

147 caran bi tank û obusan qadên agirbestê û herêmên sîvîlan topbaran kirin.

Ji ber van êrişan 68 sîvîl şehîd û 214 jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker bi van êrişan zêdetirî 88 gund û mezra yên ku li derveyî herêma rêkeftinê ne, dagir kirin û komên xwe yên çete lê bi cih kirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirkey yên li ser van herêman, 64 hezar welatî koçber bûn ku gelek ji wan ji pêkhateya xiristiyan in.

Her wiha 6 gundên gelê Aşûrî-Suryan jî ji ber êrişan hatin valakirin.

Leave a Reply

Back to top button