HRE’ê nasnameya 2 şervanên ku şehîd ketine eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 2 şervanên xwe ku di berxwedana qonaxa duyemîn a Rizgarkirina Efrînê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HRE’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di demên cûda de di berxwedana qonaxa duyemîn a Rizgarkirina Efrînê de şehîd bûne eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê şervanê HRE Eynat Rojava di 1’ê Kanûnê de, Ronî Cindirês jî di 20’ê Mijdarê de li Efrînê şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

“Rêhevalên me Eynat Rojava û Ronî Cindirês bi hêrs û kînek mezin ji bo axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin xeta têkoşînê hilbijartin û heta kêliya dawî bi fedakariyek mezin têkoşiyan.”

Li gorî navendê nasnameya şehîdan wiha ye:

Ebdilmecîd Hemo bi nasnav Eynat Rojava, li Mabata ji dayîk bûye û di 1’ê Kanûna 2019’an de li Efrînê şehîd bû.

Cihad Mihemed bi nasnava Ronî Cindirês, li Cindirêsê ji dayik bûye di 20’ê Mijdara 2019’an de li Efrînê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button