NY: Ji mirina zêdeyî 200 koçberî Îtalya berpirsyare

Pisporên Mafê Mirovan yên NY, Îtalya weke berpirsê mirina zêdeyî 200 koçberî ya beriya 7 salan li Derya Spî dît.

Pisporan doh bi daxuyaniyekê diyar kirin ku Îtalya di parastina zêdeyî 200 koçberî de, biser neketiye û bûye sedema mirina wan.

Komisyona ku ji 18 pisporan pêk dihat, bang li dozgeriya Îtalya kirin ku lêpirsîneke bê alî bidin despêkirin û berpirsyaran jî ceza bikin.

10’ê Cotmeha 2013’an keştiya ku 400 kes di nav de bûn ji peravên Lîbya birê ket.

Koçberên di keştiyê de piraniya xwe jî welatiyên Sûrî bûn.

Li gorî komisyonê, Îtalya keştiya ku koçber di nav de bûn kiriye armanc û bi heware koçerên di keştiya binav dibû de jî neçûye.

Li cihê vê Îtalya hewara koçberan gihandiye Malta.

Dema şetiya Malta ya dewriyê digihêje cihê bûyerî, keştiya koçberan bi carekê de bin ava bûbû û di encamê de, 60 jê zarok zêdeyî 200 kes miribûn.

Back to top button