Êrîvan û Waşîngton peymana hevkariya nukleerî îmze kirin

Êdî Ermenîstan çav berdaye enerjiya nukleerî. Di navbera Waşîngton û Êrîvanê de, peymana hevkariya nukleerî hate îmzekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku mazûvaniya Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan kiriye.

Wezaretê got; ew dixwazin di warê ewlekariya enerjiyê de hevkariyê zêdetir bikin û têkiliyên aborî û dîplomatîk ên di navbera her du welatan de xurtir bikin.

Piştî hevdîtinê, rêberan peymana hevkariya nukleerî ya sivîl îmze kirin.

Armanca peymanê ew e ku dabînkirina enerjiyê ya Ermenîstanê cihêreng bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya derbarê hevdîtinê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price jî diyar kir ku Blinken û Mîrzoyan pêşketinên Ermenîstanê yên di avakirina demokrasî û sîstema hiqûqî û têkiliyên bi cîranên xwe re jî nirxandin e.

Back to top button