Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, Însiyatîfa Gel a navçeya Til Hemîsê doh civîneke girêseyî li dar xist.

Endamên saziyên sivîl, meclis û nûnerên partiyên siyasî û bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê nivîsgeha PYD’ê ya Til Hemîsê Xalib El Sadûn axivî û got:

“Ji bo em karibin projeya demokratîk pêk bînin û tecrîda giran a li ser Rêbertî bişkînin, divê pirtûkên Rêbertî bixwînin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê xurtkirin.”

Welatiyê bi navê Hemîd El Teflah El Amûdî jî diyar kir ku avakirina Rêveberiya Xweser û pergala hevserokatiyê berhemên fikrê Rêber Abdullah Ocalan in û wiha got:

“Rêbertî her timî bang li gelan dike ku li hemberî siyasetên pergalên serdest, xwe perwerde bike û li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin bikin, lewra divê em ramanên wî pêk bînin.”

Însiyatîfa Gel a kantona Hesekê li dijî tecrîdê çalakiya kon da destpêkirin

Back to top button