Serokê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Gul-seren Yolerî têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan û helwesta CPT’yê axivîn.
Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkal-ci anî ziman ku CPT saziya pêşîlêgirtina li êşkenceyê ye lê peywirên xwe bi cih nayîne û got:
“Li Îmraliyê binpêkirinên mafan heye û divê saziyên eleqedar li ber vê yekê rabin.”
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê: CPT hevkarê rewşa li Tirkiyê ye
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku CPT li gorî biryarên siyasî tevdigere û got:
“Ji ber ku CPT dikare bêyî agahî bide aliyan, biçe serdana her cihên ku tê gotin îşkence lê heye.
Dikare rapora xwe amade bike û dewlet jî rê lê veke.
Ev 22 meh in li Îmraliyê tu hevdîtin nayê kirin. Lewma kesek nizane li wir çi diqewime.”