Mesûd Barzanî bi Konsolosê dewleta Tirk ê Hewlêre re civiya

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi konsolosê dewleta Tirk yê Hewlêrê Mihemed Mewlud Yakut re civiya.

Li gorî medya PDK’ê, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi konsolosê nû yê dewleta Tirk a dagirker yê Hewlêrê Mihemed Mewlud Yakut re civiya ye.

Berzanî peymana 9’ê Cotmehê bi konsolosê Tirk re nîqaş kiriye

Hate ragihandinê ku her dû aliyan di civînê de li ser rewşa siyasî û bazirganî û peywendiyên herêmê û Bexdayê de nîqaş kirine.

Gorî agahiyan, di civînê de peyman 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê a di navbera PDK û Hikumeta berê ya Mistefa Kazimî de hatibû îmzekirin, hatiye nîqaş kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî niha jî Mihemed Mewlud Yakut bi Nêçîrvan Barzanî re civyabû.

Back to top button