Li Luhanskê êrişî navenda koma wagner a Rûsya hat kirin

Rûsya heta demeke dirêj wê nekare di warê bejahî de li Ukrayna bi pêşde were.
Îstixbareta Îngilistanê di rapora xwe ya dawiyê de ev yek îdia kir.
Li aliyekî din, Artêşa Ukrayna êrişî navenda koma Wagner a Rûsya ya li Luhanskê kir.

Şerê li Ukraynba di meha xwe ya 10’an de ye.

Ne Rûsya heta niha kariye daxwazên xwe yên li ser xaka Ukrayna pêk bîne û ne jî Kîevê kariye hêzên wê ji welat derxîne.

Di demekê ku sermayê Ukrayna pêçaye de, hêzên wê êrişî navneda koma Wagner ya li Luhanskê kir.

Tê îdiakirin ku di êrişa li ser Otela li Kadiivka de gelek çekdarên Koma Wagner hatine kuştin.

Lê ev îdia heta niha ne hatine piştrastkirin.

Ev kom, bi nêzbûna xwe ya li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin tê naskirin.

Li aliyê din dawiya hefteyê êrişên li bajarên başûrê welat zêd bû.

Ukrayna: Li Odessa 10 balafirên bêmirov yên Rûsya hatin xistin

Herêmên başûrê Ukraynayê dîsa bû navnîşana êrişa balafirên bêmirov ên Rûsyayê û bi taybet jî Odessa.

Piştî vê êrîşê rêveberiya Kîevê jî bi êrişa li ser Melîtopolê bersiv da Moskowê.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan roja Şemiyê 10 balafirên bêmirov yên Rûsyayê li Odessa xistin xwarê.

Kîevê îdia kir di êrişa Rûsya ya li ser 5 santralên elektirîkê de, nêzîkî 1.5 milyon kes bê elektrîk mane.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky diyar kir ku rewşa li Odessa pir dijwar e.

Zelensky û Biden li ser parastina asmanî axivîn

Zelensky di dawiya hefteyê de bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bi telefonê axivî.

Biden diyar kir ku bihêzkirina sîstemên parastina asmanî ya Ukraynayê yek ji xebatên wan yên despêkê ye.

Hêza Rûsya ya niha herêmeke din kontrol bike nîne

Wezareta Parastinê ya Birîtanya îro di nirxandineke istixbaratî de ragihand ku niha hêza Rûsya ya kontrolkirina herêmek din a Ukrayna nîne.

Ev yek hemwextî wê yekê hat ku Moskow îdia dike ku beşeke mezin ji rojhilat û başûrê Ukraynayê di bin kontrola wê de ye.

Back to top button