Li Minbicê tabloyeke ku vedigere serdema Romaniyan hat dîtin

Li Minbicê, Mozaîkeke ku vedigere serdema Romaniyan hat dîtin. Desteya Çandê û Gerînendetiya Şûnwaran mozaîk derxist û xist bin parastinê.

Li ser agahdariya welatiyekî, Desteya Çandê bi koordîneya Gerînendetiya Şûnwaran a Minbicê mozaîke ku vedigere serdema Romanî derxist.

Desteyê, mozaîk ji bo parastinê bir cihê bi ewle û eşkere kir ku ev mozaîk vedigere serdema Romaniyan û di destpêka belavbûna xiristiyaniyê de hatiye çêkirin.

Back to top button