Ebdulkerîm Xelef: Tirkiyê li başûrê Kurdistanê dest bi dagirkeriyê kiriye

Berdevkê Berê yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê Ebdulkerîm Xelef diyar kir ku Iraq bi binpêkirinên dewleta Tirkiyê re rûbirûye.

Berdevkê Berê yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê Ebdulkerîm Xelef têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê ji Rojnews’ê re axivî û got:

Tirkiyê li deverên Başûrê Kurdistanê bêyî ku guh bide yasa û pîvanên navneteweyî dest bi dagirkeriyê kiriye.

Ji bo pêşîgirtina êrişan pêwîstiya Iraqê bi sîstemeke pêşketî ya parastinê heye’

Ebdulkerîm Xelef diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê, divê hikûmeta Iraqê serî li dadgeha Lahay bide û divê peywendiyên aboriyê yên li gel Tirkiyê qut bike.

Back to top button