TAJÊ: Li hemberî hemû êriş û pilanan wê helwesta me xurt be

Tevgera Azadiya jinên Êzidî TAJÊ da zanîn ku çi dibe bila bibe li hemberî hemû cure pilan, piroje û êrîşan, wek jin û civaka Êzidî wê helwesta me her dem xurt be.

TAJÊ der barê geşedanên dawî yên li Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û got:

3 Tebaxa 2014 an pêşmergên PDK revîn û Şengal firotin çeteyên DAIŞê.

Dema ku DAIŞ êrîşî Şingalê kir gelek malbatên erebên Sunî bi DAIŞê re bûn yek û destek danê:

TAJÊ diyar kir ku 8 sal li ser fermanê re derbas bûn, lê hîna pîlan, piroja û êrîş bi dawî ne bûne û wiha anî ziman:

Berya çend rojan bi hewldanên PDK ê , dewleta Tirk û hukmeta Îraqê 25 malbatên sunî yên ku bi DAIŞ ê re bûn xwestin li Şingal bi cih bikin.

Helwesta jin û civaka Êzîdî ev pîlana qirêj vala derxist, bi rêbazên cuda hewl didin van pilanên qirêj pêk bînîn û tevlîheviyan di heremê de ava bikin.

Em tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ vê listûka heyî napejrînin, em bang li hukmeta Îraqê dikin ku neyên lîstûka dewleta Tirk û PDK ê.

Back to top button