Bi heman boneyê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya li Şamê peyamek da û ev roj li tevahî karkerên cîhanê pîroz kir.
PYD’ê di peyamê de ev tişt anî ziman.
“Em vê rojê di serî de li rêber Abdullah Ocelan û tevahî gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.
Rêber Ocalan karîbû ku fikrên azadî, wekhevî û edaletê belav bike û li ser bingeha wê Rêveberiya Xweser xwe ava kir.”
PYD’ê di dawiyê de diyar kir ku dewleta Tirk li hember rêyên çareseriya siyasî disekine û hewl dide îradeya kedkaran bişkîne.