Selah Selman: Lihevkirina Tirkî-Şam wê aloziyê dirêj bike

Eşîrên Ereban ên Minbicê diyar kirin ku eger êrişeke li ser herêmê were kirin ew ê seferber bibin û piştgiriyê bidin hêzên parastinê.
Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên Bokemalê li rojhilatê Dêrazorê Selah Selman jî hikûmeta Şamê ji lihevkirina bi dewleta Tirk re hişiyar kir. FILM

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên Bokemalê li rojhilatê Dêrazorê Selah Selman jî li ser lihevkirinên Tirkiyê bi hikûmeta Şamê re axivî.

Selah Selman diyar kir ku nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de ji berê de hatiye plankirin û ev tişt anî ziman:

“Tu hikumetek ku nûnertiya gel dike û di heman demê de bi hikumeteke dagirker re li hev bike, tune ye.

Ev yek ne li gor berjewendiya sûriyan e. Ev lihevkirin wê temenê krîza Sûriyê dirêjtir bike û xerabî, talanî û koçberiyê ji sûriyan re bîne.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya vê nêzîkbûnê projeya neteweya demokratîk têk bibe.”

Di dawî yê de, Selah Selman bang li siyasetmedarên sûrî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku aloziya li Sûrî bi rêya diyalogê çareser bike.

Back to top button