Rûspiyên Minbicê: Em ê bi QSD’ê re parastinê bikin

Eşîrên Ereban ên Minbicê diyar kirin ku eger êrişeke li ser herêmê were kirin ew ê seferber bibin û piştgiriyê bidin hêzên parastinê. 

Rûspiyê eşîra Benî Esîdî, Mihemed Sadiq El-Esîdî li ser guhertinên nû yên li bakur û rojavayê Minbicê ji ANHAyê re axivî û got:

“Senaryoyeke nû ya dewleta Tirk e da ku piştgiriyê bide terorê li Sûriyê, temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û azarên sûriyan zêdetir bike di meryetê de ye.”

Mihemed piştrast kir ku ew ê li hemberî her hewldaneke avakirina rêxistineke terorîstê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê re bisekinin.

Şêxê eşîra El-Bobenda, Xalid El Ecûz jî da zanîn ku helwesta eşîrên bajar û gundewarê Minbicê yek e û ev tişt anî ziman:

”Em ê li hemberî her êrişeke li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bisekinin. Belavbûna komên van çeteyan li ser sînorê Minbicê nayê qebûlkirin.

Şêxê eşîra El Bobena destnîşan kir ku ew amade ne li hember her êrişekê li kêkela zarokên xwe yên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bisekinin.

Back to top button