Konferansa 2’emîn a Şaredariyan bi encamnameyeke bidawî bû

Konferansa 2’emîn ya Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Hesekê pêk hat bi biryarên nû dawî bû.

Di konferansê de 132 Şaredariyên gel yên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê amede bûn.

Bi dehan ji endamên saziyên şaredariyên gel, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û aliyên leşkerî jî beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de 436 delege, mêvan ji saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên kurd, ereb û suryan hazir bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid di konfereansê de axivî diyar kir wê sala 2023’an bibe sala avakirinê.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Feza Yûsif jî axivî diyar kir ku divê şaredarî di destê gel de bin.

Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel ên Demokratîk, Îkolojîk û azadîxwaz a jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyeke girîng têkildarî sazûmaniya rêxistinî ya şaredariyan bidawî bû.

Back to top button