Desteya Şaredariyan konferansa xwe ya 2. li dar xist

Desteya Şaredariyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Hesekê konferansa xwe a 2’emîn li dar xist.

Di konferansê de 132 Şaredariyên gel yên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê amede bûn.

Bi dehan ji endamên saziyên şaredariyên gel, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û aliyên leşkerî jî beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de rapora salane a kar û xebatên saziyan, kêmasî û astengiyên ku di salên borî derketin, hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Şaredariyan ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb ji televizyona me re axivî.

Silêman Ereb diyar kir ku di konferasê de gelek biryarên girînn hatin girtin û proje hatin derxistin.

Back to top button