Hevserokê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar tecrîd û bandorên wê nirxand

Hevserokê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke bingehîn e û divê her kes di warê çareserkirinê de gavina bavêje
Mahmût Şakar bang kir ku divê hemû hêzên demokrasiyê bibin parçeyeke çareseriyê.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî, diyar kir ku ji bo civak ji nav krîzan derkeve divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn.

Pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo 24 sal in dewam dike.

Ev du salan zêdetire jî dewleta tirk rê nade hevdîtîna malbat û parêzaran.

Hevserokê Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî MAF-DAD’ê Mahmût Şakar têkildarî tecrîdê nirxandin kir.

Mahmût şakar ewil bal kişande ser bandorên tecrîdê yên li ser pergala hiqûqê û dijî vê yekê bêdengiya hêzên navneteweyî.

Mahmût Şakar: Divê tecrîd di rojeva saziyên Ewropayê de be

Şakar destnîşan kir ku di serî de tecrîd divê gelek pirsgirêk di rojeva saziyên Ewropayê de be û wiha got:

“Ji lew re ew van meseleyan di hin platforman de bilêv dikin.

Ger ev xebat bên kirin, dê hêzên demokratîk ên sivîl ên Ewropayê jî tevbigerin.

Di dewamê de Mahmût Şakar bi bîr xist neçareserkirina meseleya kurd bi tecrîdê ve girêdayî ye û ev tişt anî ziman:

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li welêt kiriye ku mîlîtarîzm gur bibe

Ev yek di hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de bi awayekî eşkere hatin dîtin.

Hevserokê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar di dawiyê de destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke bingehîn e û ev bang kir:

Lewma divê meseleya tecrîdê wekî meseleya mafên mirovan ên bingehîn û meseleyeke ku pêşiya Tirkiyê digire bê dîtin.

ji bo demokratîkbûyîna divê hêzên şoreşger û pêşverû yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dengekî hevpar derxînin.

Divê her kes ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavan bavêje.”

Derbarê heman mijarê de Hevserokê Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran jî axivî.

“Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê”

Zekî Baran destnîşan kir ku li Tirkiyê gelek krîz hene, çareserî jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Baran, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî be divê civak bikeve nava liv û tevgerê û got:

“Êdî divê ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bê.”

Back to top button