Jinên Kurd û Filistînî ên li Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anîn

Kongra Star û Komeleya Jinên Filistînî yên li Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku ew dê her sembola têkoşînê bimîne.

30’ê Hezîranê salvegera 27’emîn a şehadeta şehîd Zîlan “Zeyneb Kinacî” ye.

Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star ya Lubnanê, Komeleya Jinan a Jîn û Komeleya Jinên Filistînî li navenda komeleyê ya paytexta Lubnanê Beyrûtê, şehîd Zîlan bi bîr anî.

Bi dehan jin tev li merasîmê bûn.

Di merasîma bîranînê de gelek axavtin hatin kirin û hate gotin:

Jiyana şehîd Zîlan bi têkoşîn û berxwedanî dagirtî bû.

Şehîd Zîlan, navê Zîlan pejirand ji bo ku komkujiya geliyê Zîlanê yê li Dersîmê neyê jibîrkirin.

Komkujiya Dersîm û şehîd Zîlan bi hev ve girêdayî bûn û di dîrokê de hatin nivisîn.

Di dawiya merasîmê de beşdaran pêwîstiya lidarxistina mîna van çalakiyan, lidarxistina panelan ji bo bîranîna sembolên gelên Kurd û Filistînî destnîşan kir.

Back to top button