Kurdê ku ji zindanên Tirkiyê revî, lê ya PDK’ê jiyana xwe ji dest da

Ji ber zilma dewleta Tirk koç kir, li zindana PDK’ê jiyana xwe ji dest da.
Ji şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Metîn Dawûd ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, duh li girtîgeheke PDK’ê jiyana xwe ji dest da.

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve, PDK ambago daniya ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ji hingî ve nahêle kes ne biçe wargehê ne jî ji wargehê ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî derkeve.

Lewma ji wê demê ve, gelek mirovên nexweş ên nekarî biçin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da, bi sedan karker jî ji karê xwe bûn.

Di vê pêvajoya astengkirinê de, gelek şêniyên ji wargeha Mexmûrê ku ji bo debara xwe bikin li Hewlêrê bûn, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.

Metîn Dawûd ê 45 salî jî yek ji wan bû û duh li girtîgeheke PDK’ê ya li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Metîn Dawûd ji bo debara malbata xwe bike, li bajarê Hewlêrê kar dikir.

Dawûd di 7’ê Mijdara 2020’î de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin û ew xistibûn girtîgehê.

Tevî hemû hewldanan jî ji roja Metîn hatiye girtin ve, ti agahiyek jê nehat girtin.

Herî dawî parêzerê Metîn çû Asayîşa Hewlêrê û li aqûbeta Metîn pirsî.

Lê berpirsên Asayîşê ji parêzer re got, “Metîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye!”

Metîn Dawûd di navbera salên 2009-2012’an de serokê BDP’a navçeya Ebexa Wanê bû.

Lê piştre ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk, neçar ma li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê bike.

Metîn li wargeha penaberan a Mexmûrê niştecih bû.

Metîn Dawûd ji ber zilma dewleta Tirk koç kir, ji zindanên Tirkan revî, lê di zindanên PDK’ê de jiyana xwe ji dest da.

Bi vê bûyera xemgîn, careke din diyar bû ku ti cudahiya PDK û dewleta Tirk nemaye.

Tê payîn, cenazeyê Metîn ji bo Bakurê Kurdistanê were şandin û li navçeya Ebexa Wanê were veşartin.

Back to top button