Til Koçer-Bi merasîmekê cenazeyê şehid Faris Ibrahîm hate oxirkirin

Şêneyên Til Koçer cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm li goristana Şehîdan bi merasîmekî oxir kirin.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Îbrahîm dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Til Koçer bi merasîmekê cenazeyê şehîd Faris oxir kirin.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Dijmin nikare vîn û destkeftiyên şoreşê têk bibe û ewê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser şopa şehîdan bin.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Til Koçerê, Sefqan Sekvan jî axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Dawiyê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button