Navenda Fetweyan a Misirê: Dewleta Tirk hewil dide bi riya şerê li Lîbyayê imperatoriya Osmanî zindî bike

Navenda Fetweyan a Misirê got: Dewleta Tirk hewil dide bi riya şerê li Lîbyayê imperatoriya Osmanî zindî bike.

Çavdêriya Fetweyan a girêdayî navenda Fetweyan a Misirê derbarê encamên kongreya Berlînê de daxuyaniyek da.

Çavdêriya Fetweyan destnîşan kir ku Kongreya Berlînê riyeke ji bo vegera aramiya Lîbyayê û bidawîanîna hewildanên Tirkiyê ya serweriya herêmê.

Çavdêriya Fetweyan got:

“Piştî ku dewleta Tirk bi Tevgera Ixwanan nekarî aramiya li Misirê xira bike, berê xwe da Lîbyayê û bi Hikûmeta Wîfaqê re tifaqek pêk anî.

Hikûmeta Wîfaq ya Lîbyayê jî ji Ixwanî, DAIŞ’î û endamên Qaîdeyê pêk tên.”

Çavdêriya Fetweyan anî ziman ku armancên Tirkiyê ya ji gurkirina şerê li Lîbyayê ew e, ku imperatoriya Osmanî zindî bibe, her wiha tola xwe ji Misirê hilîne ku li hemberî vê projeyê disekine.

Çavdêriya Fetweyan a girêdayî navenda Fetweyan a Misirê bang li hemû aliyan kir ku li hember projeyên Erdogan ên serweriya herêmê, rawestin.

Leave a Reply

Back to top button