Îro li Bexdayê 4 xwepêşander û 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Li Iraqê ev nêzî 4 meh in, xwepêşander li kolanan in. Hat ragihandin ku îro li Bexdayê 4 xwepêşander û 2 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê li paytext Bexdayê û gelek bajarên din dewam dikin.

Li gor agahiyan, di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de 4 xwepêşander û 2 ji hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Her wiha ji ber mudaxeleya tund a hêzên ewlekariyê ya bi gazê, 66 xwepêşander birîndar bûn.

Serokê Odeya Ewlehiyê jî der barê bûyeran de daxuyanî da û diyar kir ku di xwepêşandanan de ji hêzên ewlehiyê 14 efser birîndar bûn.

ALOZIYA LI IRAQÊ
ALIYÊN SIYASÎ NAVÊ SÊ NAMZETAN JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ RADESTÎ SEROKOMAR KIRIN

Li aliyekî din Çapemeniya Iraqê ragihand aliyên siyasî yên Iraqê navê sê namzetan ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê radestî serokkomar Berhem Salih kirine.

Hate ragihandin dibe ku di nava 24 saetan de serokkomar yek ji van sê namzetan ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.

Ji ber gendelî û bêkariya li Iraqê ji Cotmehê ve li piraniya bajarên Iraqê xwepêşandanan despê kir.

Heta niha zêdetirî 500 xwepêşandêr hatine kuştin û nêzî 25 hezar jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button