PAJK: Em ê tarîtiyê bi helwesta hevrê Sarayê Ronî bikin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bi daxuyaniyeke şehîdên komkujiyên Parîsê bibîranî û got: “Ji bo hesabpirsîna dîrokî gelek sedemên mezin hene
Li dijî zihniyeta ku hewl dide komkujiya Parîsê normalîze bike û bide jibîrkirin, berdêla wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna me dewam bike.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê bi boneya salvegera 11’an a komkujiya Parîs’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Em di salvegera şehadeta 11’emîn a hevrê Sakîne, Rojbîn û Ronahî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Em di şexsê Evîn-Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil, em soza hesabpirsîna van komkujiyan dubare dikin.

Em soz didin ku em ê teqez vê komploya tarî ya li dijî pêşengên têkoşîna me, ronî bikin.”

PAJK’ê got ew dê vê komkujiyê bîrnekin, nedin jibîr kirin û wiha domand:

“Ev zihniyet hewl dide komkujiyên li Parîsê normalîze bike û bide jibîrkirin.

Li dijî vê zihniyetê berdêla wê çi dibe bila bibe, wê têkoşîna me ya bê hempa dewam bike.

Weke PAJK em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Gelê Kurd, jin û dostên wan bi têkoşîna xwe teqez vê rastiya tarî wê ronî bikin.”

PAJK’ê dazanîn ku di şexsê heval sara de Rêbertiya wan û têkoşîna wan hat armanc girtin û got:

“Rêber Apo belasebep komkujiya Parîsê weke ‘Komkujiya Dersimê ya duyemîn’ pênase nekir.

Ji ber ku di şexsê hevala Sara de Rêbertiya me, têkoşîna azadiyê ya jin hat hedefgirtin.

Bi heman armanca qirêj di 23’yê Kanûna 2022’yan de komkujiya Parîsê ya duyemîn pêk hat.”

Koordînasyona PAJK’ê herî dawî got:

“Sara ku veguherî abîdeyeke berxwedanê, ji bo hemû jinan bangek e.

Ji bo em xeyalên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin, em ji her demê bêhtir xurt û xwe rêxistin bikin.

Serkeftin û azadî wê teqez ayîdî mirovên berxwedêr be, faşîzm û zîhniyeta komploger wê têk biçin!”

Gelê Kurd li Berlînê banga edaletê kir

Back to top button