Herêmên Rêveberiya Xweser 24 milyon dolar weke budce ji bo nîvê yekê ya sala nû hat diyarkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser di civînekê de budceya nîvê yekem a sala nû diyar kir û rêzeproje danîn. Li gorî civînê Rêveberiya Xweser 24 milyon dolar, weke budceya nîvê salê diyar kir.

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya mehane lidar xist.

Di civînê de komîteyên rêveberiyên herêmî û şaredariyan plansazî û projeyên ku wê di dema bê de pêk bînin bîr xistin.

Beşdaran diyar kirin ku ew ê di nîvê yekem a sala 2020`an de girîngî bidin xebatên xizmetguzarî mîna av, xetên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyan û kirîna alavên xizmetguzariyê yên nû.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, Rêveberiya Xweser budceya nîvê yekem a sala 2020`an bi 24 milyon dolar diyar kir.

Her wiha beşdaran li ser amadekirina lîsteya diyarkirina buhayan li hev kirin, ku rewşa her herêmekê di ber çavan re were derbaskirin.

Back to top button