Artêşa Iraqê destpêkirina operasyonên li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya koalisyonê ragihand

Artêşa Iraqê, destpêkirina operasyonên li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya koalisyona navdewletî ragihand.

Têkildarî mijarê, daxuyaniyek ji aliyê nivîsgeha fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yên Iraqê ve hat weşandin û tê de wiha hat gotin:

Beriya rêxistinkirina têkiliya nû ya di navbera hêzên Iraqê û Koalisyonê de, çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe zêde kiriye û li gelek herêman êrîşan dike.

Ji bo wê jî li gorî pêwîstiya ku hêzên Iraqê bibîne, wê hevkarî bi hêzên koalisyonê re were kirin ku wê ji aliyê asîmanî ve piştevaniyê bide.

Fermandariyê diyar kir ku heta lihevkirinek li ser awayê hevkariya nû pêk were, wê hevkariya bi koalisyona navdewletî re bidome.

Back to top button