Bogdanov: Divê kurdên li Sûriyê di nava xwe de yekîtiyê ava bikin

Nûnerê Serokê Rûsyayê, yê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov îro piştî hevdîtinên xwe li başûrê Kurdistan bang aliyên Kurdî yên li Sûriyê kirin ku di siyaseta xwe ya li Sûriyê de yekîtiyek avabikin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov îro li bajarê Hewlêrê li rayadarên başûrê Kurdistan hevdîtin pêkanî.
Mîxaîl Bogdanov piştê hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên başûrê Kurdistan û hin endamê ENKS’ê daxuyaniyek da.

Bogdanov di daxuyaniya xwe de diyarkir ku wan di civînê de rola Kurdan di çareseriya Sûriyê de nîqaş kirine.

Bogdanov got: “Divê Kurdên li Sûriyê di nava xwe de yekîtiyê avabikin da ku di çareserkirina pirsgirêka Sûrî de bibin xwedî maf.”

Bagdanov di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku divê ev axaftina min ne wekî gef wek pêşniyar were destgirtin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku beriya niha dehan caran ji bo yekrêziya Kurdî Rêveberiya Xweser heman bangê li ENKS’ê kiribû. lê ENSK’ê bê bersiv ma, îro heman pêşniyar kesayetên ku nêzên Kurdan e dikin.

Back to top button