Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 85 kesên din bi Coronayê ketin û 7 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 85 kesên din li herêmê bi vîrûsê Corona ketin.

Desteya Tenduristiyê da zanîn jî ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Desteyê eşkere kir ku 6 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Li gorî daneyên dawî, hejmara pêketiyên vîrusa Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt 7 hezar û 533 kesan, 234 kes mirine û hezar û 78 kes jî baş bûne.

Şêniyên Kobanê: Divê herkes li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin

Bi pêkanîna qedexeya beşî li herêmên Firatê, li kolanên Kobanê qerabalixeke mezin heye. Ev yek metirsiya belavbûna koronayê careke din derdixe holê.

Şêniyên herêmê dibêjin ku divê herkes li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin, xwe ji cihê qerabalixê biparêzin û ji bo pêşîligirtina li belavbûna vîrûsê li gorî biryaran tevbigerin.

 

Back to top button