Meclisa Gel a Qamişlo li ser daxwaza welatiyan 4 komîn li taxa Teyî û komînek jî li taxa Hilko ava kirin.
Ev yek piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxên Teyî û Hilko pêk hat..
Hevseroka Meclisa Gel a Qamişlo Hesna Remo diyar kir ku ji bo birêxistinkirina kar û barên şêniyan, komîn hatin avakirin.
Hesna anî ziman ku niha 4 hezar û 350 malbat li taxa Teyî dimînin û her komînek ji hezar û 200 malan pêk tê.
Komînên taxê bi navên şehîd Qehtan, şehîd Doxan, şehîd Ekrem û şehîd Şervan in ku di şerên li taxê de şehîd bûn.
Komîna taxa Hilko jî bi navê şehîd Lorens e ku ew jî lawê şehîd Hayis El-Ceryan e ku ji aliyê çeteyan ve li taxê hatibû şehîdxistin.
25’ê Nîsanê Hêzên Asayîşê çeteyên Dîfa El-Wetenî ji taxa Teyî derxistin.



