Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûrî ragihand ku 113 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên pêketî 64 ji wan mêrin û 49 jî jin in.
Ciwan Mistefa da zanîn ku li herêmê 4 kesên ku pêketibûn jî baş bûne.
Heta niha li herêmê 17 hezar û 554 kes bi Coronayê ketine, ji wan 717 jiyana xwe ji dest dane û hezar û 770 kes jî baş bûne.