Mihemed Mûsa: Operasyona ”Mirovî û Ewlehiyê” operasyonek girîng e

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa dibêje operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ girîng e û dê hemû planên qirêj ên DAIŞ’ê têk bibe.
Mihemed Mûsa anî ziman ku Dewletên ku nayên hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î wernagirin ew hevkarên wan e.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa derbarê operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ji ajansa Hawarê re axivî.

Mihemed Mûsa anî ziman ku DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê xeter e û lidarxistina vê operasyonê ji bo cîhanê jî girîng e.

Mihemed Mûsa: Yê destekê dide DAIŞ’ê Tirkiye ye

Mihemed Mûsa da zanîn ku yên yê ku di her alî de piştgiriya DAIŞ’ê dike dewleta Tirk bi xwe ye.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê dixwaze bi rêya DAIŞ’ê aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe.

Mihemed Mûsa: QSD’ê dê hemû planên DAIŞ’ê têk bibe

Mihemed Mûsa piştrast kir ku QSD’ê hemû planên DAIŞ’ê û yên ku destekê didin DAIŞ’ê wê têk bibe.

Di dawî de Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bang li cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yê DAIŞ’î werbigrin.

Back to top button