Li Başûrê Kurdistanê pêla belavbûna vîrûsê dewam dike

Piştî ku li başûrê kurdistanê serkeftina dijî vîrûsa corona hat ragihandin, êdî rojane rewşên nû tên tomar kirin. Herî dawî 9 kesên din li Silêmaniyê bi vîrûsê ketin.

Li alîkî din li Iraqê cazayên bikarneanîna maskeyan li ser şofêran hat diyar kirin. Her wiha wezîrê Iraqî ragihand ku wan 5 bajarên Iraqî xistiya bi çavdêriya tenduristî de.

Li Başûrê Kurdistanê piştî ragihandina serkeftina dijî vîrûsê her roj daneyên nû tên tomar kirin.

Herî dawî Wezareta Tendurisiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê 9 kesên din bi virûsa coronayê ketine.

Bi vê yekê, heya niha li Başûrê Kurdistanê, jimara kesên bi vîrûsê ketine gihaşt 413’an, ji wan 385 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.

Iraq 5 bajarên xwe xist bin çavdêriyê de

Li Iraqî jî roj derbas nabe ku daneyên bilid tomar nake.

Heta niha li Iraqê 3 hezar û 404 kes bi vîrûsê ketine û 123 kes jî mirine.

Her wiha wezîrê teduristiyê Hesen El-Temîmî ragihand ku wan 5 bajarên Iraqê yên El-sedir, El-hebîba, El-kemaliyê, El-huriyê, El-şeila û El-amiriyê heta 2 hefteya xistine bin çavdêriyê de.

Li Iraqê cezayê bikarneanîna maskeyan hat ragihandin

Li alîkî din û di çarçoveya girtina tedbîrên li dijî vîrûsê Şaneya qeyrana Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şofêrên ku di dema kar de, masekeyan bikarneynin, wê ceza li wan were birîn.

Ev ceza ji bi qasî 50 hezar dînarê Iraqî hate diyarkirin.

Biryar di 16’ê Gulanê de derketiye, ji îro û pêve biryar ji bo Bexda û hinek parêzgehên din yên Iraqê derbas dibe

Li Îran di 24 seatên dawî de hezar û 760 kes bi vîrûsê ketine

Rewşa Iran ji ya Iraq xirabtire.

Wezareta Teduristî ya Iranê diyar kir ku di 24 seatên dawî de hezar û 760 kes bi vîrûsê ketine, bi vê yekê hejmara giştî dibe 122 hezar û 492 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku heya niha rewşa herêma Xozistan giran e.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, jimara miriyan bû 4140

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hin bi hin pêla belavbûna vîrûsê berfirehtir dibe.

Li gorî daneyên desthilatdariyê, heta niha nêzî 150 hezar kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 140 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button