Ciwanên Welatparêz banga çalakiyên li dijî tecrîdê li ciwanên başûr kir

Ciwanên Welatparêz li navçeya Kelar a Germiyanê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyek lidarxistin û têde bang li ciwanan kirin li dijî tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan.

Ciwanên Welatparêz li nava bazara Kelarê de li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyek li darxistin.

Li ser navê Ciwanên Welatparêz daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema gelê Kurd destkeftiyan bidest dixe û pirsgirêka Kurd dikeve rojevê dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike.

Her wiha hat gotin ku armanca tecrîdê ewe ku dengê Rêber Ocalan negihe gelê Kurd.

Di dawiyê de jî bang li tevayî ciwanên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bêdeng nemînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan di nava çalakiyan de bin.

Back to top button