Şêniyên Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şehid Alî Afrit oxir kirin

Şêniyên bajarê Minbicê bi Merasîmekê cnazeyê şervanê Meclisa leşgerî ya Minbicê sipartin axê.
Her wih dîse li Minbicê şehidên meha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn.

Şêniyê bajarê Minbicê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê meclisa leşgerî ya Minbicê Ali Afrît li goristana şehidan kom bûn.

Şervanê meclisa leşgerî Ali Afrit dema li ser arka xwe ya leşgerî bû şehid bibû.

Di merasîmê de peyama dil-dosozî ya bi şehidare hat dayîn û sersaxî hate xwestin.

Piştî axaftinan,wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Minbicê şehîdên meha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê şehîdên meha Mijdar û Kanûnê jî li navenda bajêr bi bîaranîn.

Bi sedan şêniyên Minbicê û gundewarên wê beşdarî merasîma bûn.

Merasîma bîranînê bi nîşandana wêneyên şehîdan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Back to top button