Li Minbicê ji ber êrîşan di sala 2023’an de 20 sivîl hatine kuştin

Dewleta Tirk giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.Li bajarê Minbicê rojane êrîşên dagirkeriyê hene. Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava salekê de bêtirî 20 sivîl hatine kuştin , di nav de jin û zarok hene.

Bajarê Minbicê jî wekî her bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê para xwe ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk girtiya.

Taybet gundewarên Minbicê yên li ser xetên sînor dibin hedefa êrîşan.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava salekê de ango di sala 2023’an de dirkeriya Tirkiyê
1200 topên hawanê, 8 hewildanên ketina hundir û 13 caran bi balafirên bêmirov êrîş kiriye.

Di encamê de 20 sivîl hatine kuştin, di nav de jin û zarok hene.,

Jinên Minbicê: Ji ber êrîşan em ji mafê herî serek bê parin

Wetfa Şehadê yê ji gundê El-Siyada ya girêdayî Minbicê derbarê êrîş û metirsiyên li ser wan de wiha got:

Em îsal bi kêfxweşî nejiyane.

Di encama bombebarana bêserûber a li ser gundê me, zarokên me nikarin xwendina xwe bidomînin.

Wetfa da zanîn ku ji ber bombebaranê nikarin berhemên çandine berhev bikin û wiha anî ziman:

“Em li gundan bi giranî girêdayî çandiniya zeytûnê ne.

Lê ji ber bombebarana berdewam, em nikarin berhemê wê jî berhev bikin .

Wetfa herî dawî hêvî kir ku sala 2024’an ji bo wan aramî û ewlehiyê bîne.

Amna El-Qereca a ji heman gundî jî anî ziman ku ji ber êrîşan şev û roj di nava tirsê de ne û ev tişt got:

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrîşî me dike.

Zarokên me ji mafên xwe yê herî bingehîn bê parin.

Rojane birîndar û kuştî çêdibin.

Back to top button