Rojnameger Gulistan Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene

Hilbijartinên Iraqê di 18’ê Kanûna 2023’an de qediya lê lîstikên wê neqediyan.
Piştî hilbijartinan, rayedarên iraqî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin.
Rojnameger Gulistan Tara diyar kir ku hin agahiyên cidî hene ku dê berdêla Kerkûkê de Mûsil û Şengalê bidin PDK’ê û got: “Aliyên siyasî li ser Kerkûk û Mûsilê ketine nava planên parvekirinê.”

Li Kerkûkê di hilbijartina ku di 18’ê kanûna 2023’an de hatiye lidarxistin de Yekitiya Niştimanî Kurdistan-YNK bû partiya yekemîn û li Mûsilê jî PDK bû yekemîn.

Piştî hilbijartinan, rayedarên Iraqî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin.

Rojnamevan Gulistan Tara ya ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne li ser geşedanên ku piştî hilbijartinê qewimîne û lihevkirinên ku di nava partiyan de çêbûne nirxandin kir.

Gulistan Tara: Ev hilbijartin mîna referandûmê bû

Tara diyar kir atmosfera hilbijartinê, atmosfereke krîzên siyasî, aborî û civakî bû û wiha got:

“Ev hilbijartin hem li hemberî şovenîzma ereban û hem jî li hemberî polîtîkayên hêzên derve yên ku Kerkûk ji hev perçe dikirin bersiveke ku di wateya referandûmê de bû.

Kurd li dijî siyaseta xiyanetê, bi ruhê yekitiya neteweyî û welatparêziyê çûn ser sindoqan.

Helwesta PDK’ê û helwest û nêzîkatiya dewleta Iraqê li Şengal û Mûsilê yek e.

Ji bo ku kurd yekitiya neteweyî pêk neyînin, Tirkiye bi awayekî stratejîk nêzî vê hilbijartinê bû.

Di mijara Şengal û Mûsilê de, PDK’ê bi israr li Şengalê hewldanên tevliheviyê derxistin.”

Gulistan Tara: Gelê Kurd li Mûsil û Kerkûkê bi metirsiyên cidî re rû bi rû ne

Gulistan Tara eşkere kir ku agahî hene dê di navbera Mûsil û Kerkûkê de lihevkirinek çêbibe û wiha domand:

“Niha gelê kurd li Mûsil û Kerkûkê bi metirsiyên cidî re rû bi rû ne.

Piştî hilbijartinê, rayedarên payebilind ên Iraqê li Enqereyê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kirin.

Di van hevdîtinan de mijarên cidî hatin nîqaşkirin, windakirina Kerkûk û Mûsilê ji bo dewleta tirk tê wateya dagirkirina başûrê Kurdistanê.

Derketiye holê ku li ser Kerkûk û Mûsilê hin nîqaş tên kirin. Kerkûk dane YNK’ê, Mûsil û Şengal jî dane PDK’ê, agahî hene ku wan lihevkirinek wisa çêkiriye.”

Hilbijartina parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê hatin paşxistin

Back to top button