Vê sibê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê derbasî herêmên Dêrazorê yên di bin kontrola QSD’ê de bûn.
Di navber QSD’ê û çekdaran de şer derket.
Di encamê de gelek çekdar hatin kuştin û birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Domkratîk QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî der barê mijarê de daxuyaniyek da.
QSD: Hêzên me bersiva êrişan dan û gelek çekdar hatin kuştin
Di daxuuaniyê de wiha hat gotin:
“2 komên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê ji bajarokê Meyadîn bi topbarana bêserûber derbasî navçeya Zîban ya li Rojhilatê Dêrazorê bûn.
Hêzên em yekser berseriva çekdaran dan û wan dorpêç kirin.
Di navbera Hêzên me û çekdaran şer derket.
Di encama bersivdayîna hêzên me de, gelek kuştî û birîndarên çekdaran çêbûn.”
QSD’ê da zanîn ku di topbarana çekdarên hikûmetê yên ji aliyê din yê çemê Firatê ve hinek sivîl birîndar bûne û zirarên madî gihaşt derdorê.
Hêzên QSD’ê tedbîrên ewlehiyê yên lezgîn ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê girtin.