
Meclisa Giştî ya PYD′ê di salvegera 18′emîn a şehadeta Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê ji her demê zêdetir amede bin ku xeyalên şehîdan bi cih bînin.
Meclisa Giştî ya PYD′ê bi daxuyanyekê şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn.
“Dema ev pêşeng hatin hedefgirtin, dijmin texmîn dikir ku bi kiryarên xwe dê partiyê qels û bi dawî bike.
Lê tişa bûye ew e ku şehîd bûn pêşengên têkoşînê û gel bi pêşengên xwe ve girêdayî bûn.”
Meclisa PYD’ê di dawiyê de diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên têkoşîna azadî û rûmeta pêkhateyên Sûriyê, li hemberî dijmin li ber xwe bidin.