Ji birîndarên Jina ku di êrişîa hewayî ya 24 Kanûna 2022’an birîndar bûbû, şehîd bû. Her wiha li sînorê Sûrî-Tirkî jî leşkerên Tirk du welatî hatin kuştin.
Yek ji birîndaran, jina bi navê Sewra Metar a dayika 5 zarokan e û vê sibehê ji ber birîna xwe şehîd bû..
Çavdêriya Mafê mirovan, dayika 5 zarokan a şehîd bûbû, bi şehîda yekem a Sûrî di sala 2023’an de ku bi destê dewleta Tirk şehîd bû bi nav kir.
Cendirmeyên dewleta Tirk 2 welatî li ber sînorê Serêkaniyê kuştin
Li aliyê din, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku di nava 48 seatan de bi gulebaran cendirmeyên Tirk li ser sînor 2 welatî hatine kuştin.
Ev welatî jî ji bajarokê Eltebenî yê Dêra Zorê û ji Serê Kaniyê ya dagirkirî ne.
Ev welatî dema dixwastine sînor derbas bikin rasterast hatine gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dane..