Trump: Hêzên me wê ji bo parastina petrolê li herêmê bimînin

Hemwextî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Til Temirê, Hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî li Washingtonê pêk hat.
Beriya hevdîtin destpêkê bike Donald Trump ji rojnamevanan re axivî û idîa kir ku agirbesta li Sûriyê bi awayekî serkeftî bi rêve diçe.
Trump daxuyakirin ku hêzên wan dê ji bo parastina bîrên petrolê li herêmê bimînin.
Trump her wiha behsa peymanên bazirganiyê yên di navbera herdu welatan de kir û got ku ew dê mijarên S-400 û F-35’an gotûbêj bikin.
Serdana Erdogan a ji bo Amerîkayê di demên de ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne hat.
MAZLÛM EBDÎ: HEMWEXTÎ CIVÎNA ERDOGAN Û TRUMP ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ TIL TEMIR DIJWARTIR BÛN
Fermandarê giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk QSD’Ê Mezlûm Ebdî bi tiwîtekê diyar kir ku hemwextî civîna Trump û Erdogan, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrîşên dijwar li dijî Til Temirê pêk tanîn.
ebdî diyar kir ku ji ber van êrîşên dewleta Tirk şêniyên herêmê koçber bûne û êrîş berdewam in.

Leave a Reply

Back to top button