Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid destnîşan kir ku bêyî pêkanîna projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye, şerên li Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dawî nabin.
Şêx El-Raşid da zanîn ku bi tecrîdê hêzên komploger dixwazin tevgera azadiyê û damezrînerê wê têk bibin; lê ev rêxistin têk naçe û pergala Ocalan a Netewa demokratîk her diçe belav dibe..
Şêxê êşîra El-Bû Xemîs di dewama axaftina xwe de got:
“Xilaskirina gelan di pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk de ye. Bêyî pêkanîna projeya xwişk û biratiya gelan di hemû qadên jiyanê de, şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi dawî nabin.”
El-Raşid destnîşan kir azadkirina Ocalan berpirsyariya tevahî azadxwazên cîhanê ye û dawiyê ev bang kir:
Ji cîhana azad tê xwestin ku gotina xwe bêje, zextê li dewleta Tirk bike û ji bo azadiya Rêber Apo bixebite. “