Divê der barê sûcên dagirkeriya Tirk lêpirsîn were destpêkirin

Komîteya belgekirina sûcên qirkirinên komî yên li dijî gelên Kurd destnîşan kir ku divê rêxistinên navdewltî destwerdanê bikin û dest bi lêpirsînê bikin.

Komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî li dijî gelê Kurd der barê binpêkirin û sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyek da.
Komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kiryarên xwe zagonên û pîvanên navdewletî binpê dike û wiha got:
Em komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî yên li dijî gelê Kurd me erka belgekirina sûcên li djiî pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî girtiye ser xwe.
Bi rêya gerên meydanî û serdana ji kesên ji ber bikarîna çekên qedexekirî zerar wê sûcên dagirkeriyê werin belgekirin.
Piştre her kesên ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên berê sûcên şer û komkujî, bikaranîna çekên qedexekirî ziyan dîtine dê belgeyê îmze bikin.
Piştî komkirina îmzeyan em ê lîsteya gilînameyên ji aliyê kesên zerar dîtine hatiye îmzekirin ji dadgeha cînayetên navdewletî, dadgeha mafên mirovan a Ewropî pêşkêş bikin.
Da ku dewleta Tirk û çeteyên wê werin dadgehkirin û cezayên xwe li gorî zagon û pîvanên navdewletî bistînin.

Leave a Reply

Back to top button