Li Başûrê Kurdistanê xeteriya vîrûsê dewam dike

Vîrûsa corona hîna jî li Başûrê Kurdistanê nehatiye kontrolkirin û rewşên nû tên tomarkirin.Ji ber vê yekê jî metirsiya belavbûna vîrûsê zêd ye.

Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 7 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gor daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê heta niha 461 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 383 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Tirkiyê..her ku diçe jimara qurbanan zêdetir dibe

Rewşa Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ya xeter jî dewam dike.

Li gor daneyên fermî 24 saetên dawî de 952 kes bi vîrûsa corona ketine 27 kesên din jî jiyyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên nû ve heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 4 hezar û 276 kesan jiyana xwe ji dest dane û 154 hezar û 500 kes bi vîruse ketine.

Vîrûsê dawî li jiyana 51 kesên din jî anî

Rewşa giran a li Îranê hîna nehatiye kontrolkirin.

Di nava 24 saetên dawî de, 2 hezar û 311 kesên din bi vîrûsê ketin û 51 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button