Bafil Talebanî salvegera 48. a damezrandina YNK’ê pîroz kir

Salvegera 48’an a damezrandina Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) bi peyaman hat pîrozkirin.
Serokê YNK’ê Bafil bi vê wesîleyê anî ziman ku ji derveyî yekrêzî rêyeke din nîne ku herêmê biparêze.

Îro 48’emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ye.

Bi vê boneyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek da.

Bafil Talebanî bal kişand ser metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman:

“Em bi hev re Kurdistanê ber bi siberojeke baş ve bibin, jiyan û serfiraziya xelkê me xema me ya mezin be.”

Ji derveyî yekrêzî ti rêyeke din nîne zemînê mayîn û bihêzkirina serweriya herêmê biparêze.

Talebanî anî ziman ku YNK tim xebat û pêşengtî ji karê hevpar ê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê esas girtiye û got:

“YNK’ê tim banga bihevrebûn û yekîtiyê kiriye.”

Back to top button