Besê Erzîncan: Em ê him destketiyan biparêzin him jî pêşengtiyê ji avakirina jiyana azad re bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku ew bi rêxistinbûna xweparastinê û berxwedaneke mezin, 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku ew ê hem destketiyên jinan biparêzin, hem jî pêşengiyê ji avakirina jiyana azad re bikin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ji ajansa nûçeyan “Firatê” re axivî.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku Rêber Ocalan 21 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û got:

“Sedema tecrîda giran a li ser Rêberê me, pergala jiyaneke berdêl a azadîparêz daniye holê ye.

Di navbera bidawîkirina qirkirina jinê û azadiya Rêberê me de, têkiliyeke xurt heye.

Pêngava ku em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşînin, di heman demê de pêngava azadiya jinê ye.”

Besê Erzîncan: Divê jin têkoşîneke hevpar bimeşînin

Besê Erzîncan anî ziman ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya tevgerên jinan, divê êdî her roj weke 25’ê Mijdarê bên nirxandin, li malê, li kolanan, kargehan û her qada ku lê ne, divê li dijî nêzîkatiyên mêrên serdest li ber xwe bidin.

Besê da zanîn ku li Rojava jin di her qadên şoreşê de pêşengtiyê dike û bi rola xwe radibe û ew vê yekê girîng dibînin.

Li gorî Endama Koordînasyona KJK, divê ev yek bi karê yekîtiya netewî ya jinan û yekîtiya jinên Ereb, Ermen, Suryan, Çerkes, Sûriyeyî encam bigire.

Besê Erzîncan dibêje:

“Ji bo em karibin sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê, pêwîst e em bi biryardarî û hêviyeke mezin bixebitin.

Divê em jin xwe bispêrin, hêz, însiyatîf û vîn û rola xwe ya pêşengiyê bi rengekî rast û têrker bi cih bînin.

Him destketiyan biparêzin him jî pêşengtiyê bi avakirina jiyana azad re bikin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di dawiyê de teqez kir ku girîng e têkoşîneke hîn yekbûyî û radîkal bê meşandin.

Back to top button