Li herêmên hikûmetê alozî aborî kurtir dibe

Li herêmên hikûmetê rewşa tevilhev û zehmetiyên jiyanî di sala 2023’an de dewam dikin. Li Derayê di êrişek nenas de 2 leşkerên hikmeta Şamê û sivîlek hatin kuştin.

Di sala nû de aloziyên li hêrêmên hikûmeta Şamê zêdetir dibin û ti çareserî nexuyane.

Rewşa Aborî û ya darayî ya têkçûyî jî tevgera welatiyan tevizandiye û vê jî bandor li ser saziyên hikumetê kiriye.

Madeyên sotemenî, xwarin û derman bi zehmetî tên peydakirin.

Her wiha di qada tenduristiyê jî ji ber nepeydabûna sotemeniyê nêzî 20 cûreyên derman nirxê wê bilind bûye..

Hikûmeta Şamê nirxê derxistina pasportekê kir milyon û 50 hezar

Li aliyê din, hat ragihandin ku Hikûmeta Şamê derxistina pasportan jî ji bo welatiyan zehmetir kiriye..

Her welatiyekî ku dixwaze bibe xwedî pasport, divê zêdetirî milyonekî Sûrî pere bide.

Derxistina Pasportan jî bi sala nû re hatiye bilindkirin ku beriya vê bi 500 hezar lîreyî derdiket..

Her karmandekî saziyên hikûmetê ji bo pasporta xwe derbixe, zêdetirî salekê jêre lazime ku bixebite heta ku karibe pereyê wê peyda bike..

Hikûmeta Şamê ji bo ku xwe li ser lingan bigre, vê jî wek rêbazekî bikar tîne ku pereyan ji xelkê bistîne.

Li Helebê di navbera hêzên hikûemtê û çeteyan şer derk

Di warê leşkerî de jî li herêmê şer û pevçûn didomin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikmûta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundewarê rojhilatê Helebê bi hawin û çekên giran nuqteyên hev topbaran kirin.

Li Dera di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin

Li bajarokê Silmîn yê bakurê Derayê jî hin çekdaran êrişî benda kontrolê ya hêzên hikûmetê kirin û li vir 2 leşker û sivîlek hatin kuştin.

Hêjmara kuştiyên êrişa Israîlê ya li ser Şamê bû 7

Duh jî artêşa Israîlê bi moşekan êrişî bajarê Şamê kiribû.

Di êrişan de Balafirgeha Şamê ya navdewletî, nuqeteyên Hizbullaha Lubnanî û çekdarên girêdayê Îranê hatibûn hedefgirtin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hejmara kuştiyan zêde bûye û ji 4 bûye 7 ku ji wan 3 Sûrî ne.

Back to top button